Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend û Dengbêj Gulbahar Kavcu Mêvana Bernama Deng û Reng e


Huner yek ji pirinsîpên serekî ye di avakirina civatê de ye, ku bi her awayî stonên xwegirtî ji paşrojê re diaferîne.

Ger ew huner ji aliyê jinê ve bê aferandin, êdî rengê wê cêwaz û hestyar tê dîtin, xwe di nav şax û baxên wê de belav dike.

Mêvan vê xelekê ji Deng û Reng, hunermend û dengbêj Gulbahar Kavcu ye, ku ew yek ji wan jina ye cîhanê bi dengê xwe rengîn dike.

Gulbahar Kavcu di sala 1996an de, dest bi karê mûzîkê kir di Navenda Çand û Hunerê ya Mezebotamiyan de, piştî perwerdekirina Mûzîkê Gulbahar di sala 1999an de, bû endama koma Asmîn, ya ku bi şêweyekî nû stranên kurdî pêşkêşî cemaweran kirin, ku ew Kom bi tenê ji jinan pêk dihat û koma yekem bû li Tirkiye ku hemû endamên wê jinên Kurd bûn.

Di anav vê komê de Gulbahar li Gitara Kilasîk dixist û stran bi tena xwe digotin.

Ew beşdarî gelek festîval û konsert bû li Tirkiye û hin welatên din jî.

Di sala 2004an de, Gulbahar çû Îranê bo fêrbûna Kemancê, ku careke din tevî Asmîn bû di sala 2006an de, lê vê carê bi lêxistina Kemance û stran-gotinê.

Gulbahar CD ya alboma xwe ya bi tenê bi navê "Sedem" derxist.

Piraniya stranên wê, di derbarî pisrên kûrr û giyana mirovantiyên bûn.

Gulbahar mîna gelek ji dengbêjên Kurd li Tirkiye, hewil didin ku straneke Kurdî modern biaferînin, û xwe bighînin guhdarên Tirik da ku li stranên kurdî guhdar bikin û bi hev re xebatên xwe bikin ji bo paşerojeke hevbeş û wekhev di bin asmanê wî welatî de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:51 0:00

Çend stranên Hunermend Gulbahar:

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:38 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00

XS
SM
MD
LG