Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Rûsya: Rojava Careke din Şerê Sar Destpêdike


Dmitry Medvedev

Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev di axaftina xwe de li Konferansa ewlekariyê li Almanya ku Ukranya têde di serê ecenda gotûbêjê de ye, rojava tawanbar kir bi dubare destpêkirina şerê sar.

Medvedev îroj şemiyê gote şandeyan: “Siyasetên NATO yên girêdayî bi Rûsya hîn ne zelal û dost in. Yek dikare bêje ku ew me vedigerînin şerekî nû yê sar.”

Axaftinên Medvedev bi heman şêweyî, yên serokê Rûsya Vladimir Putin wergerandin li heman Konferasa ewlekariyê di sala 2007 an de. Lê Medvedev got rewş xerabtir bûye ji wê demê ve.

Di derbarê tawanên girêdayî bi bumbekirina Rûsya bo xelkê sivîl li Sûriyê Medvedev got ew tawan ne durist in û wî got çi belge nînin li dor wan bumbekirinan.

Tê zanîn ku nakokî di navbera Rûsya û welatên NATO de gur bûn li dor nîvgirava Kiraymiya li Ukranya û piştgiriya Rûsya bo hikûmeta Sûrî di şerê navxweyî yê Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG