Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Di Êrîşeke Taliban de 6 Efserên Polîs Têne Kuştin


Çekdarên Taliban îro şemiyê 6 efserên polîs yên Afghanî kuştin di 2 êrîşên cuda de, li gor berpirsên Afghanî.

Li alîkî, 4 polîs hatin kuştin û 7ên din birîndar bûn di cotek êrîşên xwekujî de li ser seytereya wan li parêzgeha Helmand a başûrê welêt, li gor Serokê polîs yê parêzgeha Helmand Abdul Rahman Sarjang. Wî got 5 çekdar yên bi kemberên xwekujî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Li alîkî din û di heman demê de, efserekî polîs hat kuştin û 4 ên dinbirîndar bûn dema ku erebeya wan rastî bumbeyeke li ser rê hat li parêzgeha Uruzgan a başûrê welêt, li gor serokê rêveberiya navçeyê Rehîmullah Xaliqî.

Tevgera Taliban berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşên Helmand û Uzurgan.

Tê zanîn ku Talîban ji sala borî ve êrîşên xwe li dijî hêzên ewlekariya Afghanî gur kirine li seranserî welêt.

XS
SM
MD
LG