Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Dest bi Axaftinan Dikin li Dor Agirbestekê li Sûriyê


Amerîka û Rûsya dest bi axaftinan kirin li dor agirbestekê li Sûriyê piştî têkçûna wan bo gihîştina daliqandina şer li wir ku doh Înê dema wê ya dawî bû.

Berpirsên herdû welatan derengî înê ji bo axaftinan li Cinêvê rûniştin da ku riyekê bibînin ji bo rawestaneke demdirêj a kiryarên dijminahiyê ku renge alîkar be ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî bo herêmên dorpêçkirî.

Gurûpa piştgiriya Sûriyê ya navnetewî ku ji 17 welatan pêk tê erê kiribû li dor damezrandina hêzeke erkan a agirbestê, di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de li kombûna Miyûnîxê 8 rojan berê.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry lê mukur hat ku astengî hîn li darin berî gihîştina rêkeftinekê.

Opozisyona Sûrî dibêje ew agirbestê û gihîştina alîkariyên mirovahî ji bo herêmên dorpêçkirî dizwaze berî ku axaftinên aştiyê berdewam ke li gel hikûmeta Sûriyê.

Ev axaftinên ku biryar bû roja 25 vê mehê berdewam bin, hatin paşxistin.

XS
SM
MD
LG