Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbya 2 Endamên Balyozxaneya Sirbî di Êrîşeke Esmanî de Tên Kuştin


Wezîrê derve yê Sirbiya dibêje 2 endamên balyozxaneya wan li Lîbya ku ji meha 11 a borî ve wekû barimte hatibûn girtin, doh înê hatin kuştin di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li ser kampeka rahênanê ya Dewleta Îslamî li rojavayê Lîbya.

Wezîrê derve Ivica Dacic îro şemiyê di konferanseka rojnamevanî de li Belgrad ev yek ragihand û got herdû kuştî yek berpirsa pêwendiyan bû bi navê Sladjana Stankovic û yên din Şifêr bû bi navê Jovica Stepic.

Dacic got ew wek barimte hatibûn birin di meha 11 na de dema karwanê wan yê dîplomasî ku balyozê Sirbî jî di nav de bû, hat êrîşkirin li nêzîkî bajarê Sabratha yê li qeraxa deryayê.

Wî got agahiyên li dor mirina herdû barimteyan hatin dayîn bo Sirbiya ji aliyê berpirsên biyanî ve lê ev yek nehatibû piştrastkirin ji aliyê Lîbya ve.

Tê zanîn, doh înê balafirên Amerîka êrîşî kampeka rahênanê ya Dewleta Îslamî kirin li Lîbya nêzîkî sînorê Tûnis û di encamê de bi dehan kesên ku terorîst wan bikar tînin hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG