Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Gehiştîne Rêkeftineka Agirbestî Derbarî Şerê Sûrîye


Wezîrê derve yê Amerêka Jhon Kerry îro ragehand, rêkeftîneka agirbestî digel Rûssya hate pêk anin, çêdibe li çend rojanda bikefte kar.

Wezîrê derve yê Amerêka got, di peywendêyeka telefonî da digel wezîrê derve yê Rûssya behsa pêk anina agirbestê kirin û divê digel aliyên şerkerên Sûrîye gotûbêjan bike.

Herçende Jhon Kerry nexwest liser rêkeftinê bi axive, lê hivî xwestin serokê Amerîka Barack Obama û serokê Rûsya Viladimir Putin peywendîyan bikin bo destpê kirina biceh kirna rêkeftînê.

Wezîrê derve yê Rûssye Segie Lavrov da zanin peywendiya Amerêka û Rûssye liser şert û mercên agirbest axiftên ko ji aliyên terorîst negire ewên ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatin nasandin.

XS
SM
MD
LG