Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Îro li Civata Senatoran Ser Sûrîyê Dipeyîve


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro li pêş Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran amade dibe û bersîva pirsên senatoran yên ser plana “sekinandina neyartîyan” li Sûrîyê dide.

Di rûniştina îro ya Senato de, wê Kerry herwiha li ser bidceya nû ya wezareta dervê jî biaxife.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka û Rûsya li ser planek qayil bûn ku alîyên şerker neyartîyên xwe rawistînin.

Hikûmeta Beşar Esad jî îro ragihand ku ew pêşnîyarê qebûl dike ku li ber e şeva Înê zindî bibe.

Lê, hikûmeta Sûrî got ku artêş şerê xwe yê dijî terorîstên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û grubên wek Nusra yên bi El Qaydê re peywendîdar, bidomîne jiber ku ew di navera agirbestê de cîh nagirin.

XS
SM
MD
LG