Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gel HinTundûtijiyan Agirbest Li Sûriyê Destpêdike


Îro şemiyê agirbest li Sûriyê bi giştî hate cîbecîkirin, lê hin rûdanên tundûtijiyê derketin holê.

Medya dewletê teqîna erebeyeke bumbekirî ragihand li gundewarên bajarê Selemiye yê parêzgeha Hema ku di encamê de 2 serbaz hatin kuştin.

Kesî berpirsiyariya xwe ranegihand li dor teqînê.

Her wiha pevçûn derketin holê di navbera hêzên hikûmetê û serhildêran de li parêzgeha Laziqiye nêzîkî sînorê Tirkiyê.

Agirbesta ku Amerîka û Rûsya ragihandî, doh nîvê şevê bi dema Dîmeşqa paytex derbasî warê cîbecîkirinê bû.

Desteya bilind a guftûgoyan a ku sîwana sereke ya opozisyonê ye, di daxuyaniyekê de got 97 gurûpan soz dan ku pêgirbin bi agirbestê.

Tê zanîn ku herdû gurûpên terorîst Daiş û Cebhet el-Nusra ya girêdayî bi el-Qaîde ve ew ne beşek in ji vê agirbestê û şer li dijî wan ranaweste.

Serokê Amerîka Barack Obama îro şemiyê di axaftina xwe ya heftane de got navçeyên di bin destê Daiş de li Sûriyê û jimara çekdarên ku şer dikin kêm dibin û ji bo wan êdî zehemtire rêzên xwe nû bikin û xelkê bikar bînin.

XS
SM
MD
LG