Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yûnanistanê Bi hezaran Koçber Dorpêçkirî ne


Greece Migrants

Li Yûnanistanê herçendî hikûmetê soz da ku ewê nehêle, lê welat bi awakî lezok dibe xan ji koçber û penaberan re.

Kampên ku bi lez ji bo wan hatî damezrandin dagirtî ne. Bihezaran kesên çavlirê li ser sînorê Mekdonya ji serma dilerizin bi şev, li meydanên Esîna yan jî di basan de ku bidehan li ser riya sereke ya bakur û başûr rawestiyayî ne.

Roja pênşemê bisedsan zarok û jin û mêr kamp û basên xwe bicîhîştin û piyase bidirêjiya dehhezaran km riya xwe ya berdewam kirin ber bi sînorê ku di rûyê wan de hatî girtin de.

Wezîrê berevaniya Yûnanistanê Panos Kammenos got derdora 20 hezar koçber roja pêncşemê li Yûnanistanê bûn.

Ji wan, Mekdonya tene hîşt 100 kes sînor derbaskin. 2,700 kesên din, ku piraniya wan Îraqî û Sûrî bûn, ew li kampekê bûn li Îdomenî, û her wiha hezar kes li benzînxaneyekê 17km dûr, dorpêçkirîmabûn li Polîkastro.

XS
SM
MD
LG