Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanekê de li Amedê Pevçûn Derketin Holê


Li bajarê Amedê yê Tirkiyê pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderên Kurd de ku li dijî operasyonên hikûmetên xwepêşandanek li darxistibûn derketin holê.

Bi hezaran îro şemiyê derketin xwepêşandanan ji bo bidawîanîna operasyonên leşkerî û her wiha li dijî qedexeya rojê 24 demjimêran ya ku li hin cihên navçeya Sûrê hatî sepandin ji beçelle ve.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê bi xertûmên avê û gazên rondikrêj xwepêşandan ji hev bela kirin, hin xwepêşanderan bi ço û keviran êrîşî polîs kirin.

Tê zanîn ku hêzên ewlekariya Tirkiyê operasyoneke berfereh birêve dibe li dijî çekdarên Kurd û qedexeya deketina derve bi roj û şev li ser gele şaredarî sepandiye.

Hêjayî gotinê ye ku proseya aştiyê ya lawaz di navberea hikûmeta Tirkiyê û Partiya PKK ji tîrmeha borî ve hate rawestan û careke din şer derket holê ku di encamê de li dirêjiya dehsalan bêhtirî 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG