Gundê Dîkmedaşê li navçeya Reco li Efrînê şeva borî hat topbarankirin
Li gorî çavkaniyên herêmî roja şemiyê danê êvarê navenda YPG û her weha malên welatiyan li gundê Dîkmedaşê li navçeya Reco rastî topênTirkiyê hat, lê tu ziyanên canî nehatin çêkirin
Hevserokê desteya xweparastinê Dîcle Hisên tekez kir û got:
“Em mafê cîrantiyê diparêzin, û naxwezin şerekî sînorî derxin, ji ber wê yekê em ji hêzên cîhanî dixwezin destêwerdanê bikin, daku artêşa turkiyê armanckirina sivîlan rawestîne.”
Hêjayî gotinê ye piştî agirbest hate îlankirin dengê bombebarnkirinê li herêmê nayê bihîstin, tersî rojên berî agirbest bê îlankirin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke