Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûriyê ya Azad Xaleke Sînorî ji Bin Destê Daiş Rizgar dikin


Du gurûpên çavdêrî yên opozisyona Sûrî dibêjin serhildêran destê xwe dane ser xaleka sînorê Sûriyê bi Îraqê re ku di bin destê Daiş de bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje Şervanên Artêşa Sûriyê ya Azad doh êvarê xala sînorî ya Tanaf Kontrol kirin.

Tora komîtên hevrêziyên xwecihî îro şemiyê ragihand ku çekdarekî Daiş hat kuştin di şer de û hinekên din jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî dibêje şervanên serhildêr ku Amerîka piştgiriya wan dike ji aliyê Urdun ve derbasî Sûriyê bûn.

Açansa Amaq ya girêdayî Daiş ev raport red kirin.

Tê zanîn ku Daiş Tenef a parêzgeha Himsê kontrol kiribû ji dema ku hêzên hikûmetê jê kişiyan di meha 4an a sala 2015 an de.

Li alîkî din, çekdarên Daiş li parêzgeha Helebê êrîşê hêzeke hikûmeta Sûrî kirin û di navbera 15 ta 20 serbazan kuştin, li gor raportên ciyawaz.

Çavdêriya û Acnasa Sûrî ya nûçeyan SANA gotin hêzên Hikûmetê êrîş vegerandin û Sana Ragihand ku hêzên Hikûmetê di pevçûnan de bi dehan çekdarên Daiş kuştin.

XS
SM
MD
LG