Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helmeta Hikûmeta Tirkiyê li ser Medya Opozisyonê


Desthilatdarên Tirkiyê li Istanbol nivîsîngehên Zeman tepeserkirin ku mezintrîn rojnameye belav dibe li welêt, di çarçoweya helmetekê de li ser dezgehên ragihandinê yên ku piştgiriya opozisyona siyasî dikin.

Polîs gazên rondikrêj û xertûmên avê bikar anîn ji bo jihevbelavkirina xwepêşanderan ku li derveyê bingehên rojnameyê kombûbûn, ala Tirkiyê li ba dikirin û silogana “Rojnamegeriya Azad bêdeng nabe” dubare dikirin.

Berî wê jî, polis derbasî hindir bûn û karmendên rojanameyê jê derxistin û hin kesên ku ji aliyê dadgehê de hatibûn destnîşankirin li wir bicihkirin ji bo çavdêriya avahiyê.

Sernivîserê rojnameyê Abdulhamit Bilici roja înê wek rojeke reş ji bo Demukrasiyê binav kir.

Ev kiryar girêdayî ye bi helmeta hikûmetê de li dijî rojnamevanan û rêberê ayînî yê misilman Fethullah Gulen ku li Amerîka dimîne.

Joel Simon serokê komîta parastina rojnamevanan ku bingeh li Amerîka ye, rexne li hikûmeta Tirkiyê kir û got pêwîste desthiladar berevaniya azadiya rojnamegeriyê bikin ne ku bi kiryarên tund êrîşî medya opozisyonê bikin.

XS
SM
MD
LG