Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yûnanistanê Hakimekî Herêmî Doza Statuya Tengaviyan Dike


Li Yûnanistanê Hakimekî herêmî ji hikûmetê daxwaz kir ku statuya tengaviyan ragihîne ji bo herêma derdora xala sînorî li Idomeni, cihê ku bi hezaran koçber dorpêçkirî mane piştî danîna bendan li dirêjiya riya wan ber bi rojavayê Ewropa de.

Hakimê herêma Mekdonya navîn a Yûnanî Apostolos Tzitzikostas di çarçoweya serdanekê de bo Xaça Sor û hin rêxistinên ne hikûmî yên din li Idomeni got di navbera 13 ta 14 hezar kes li Idomeni dorpêçkirî mane û rewşa wan wek “Kirîza mirtovahî ya mezin” anî ziman.

Wî her wiha got:

“6 ta 7 hezarên din di kampên derdorê de ne, nabe ev bo demeke dirêj berdewam be.”

Welatê Mekdonya di van rojên dawî de tene rê da jimareke biçûk a penaberên Sûrî û Îraqî ku sînor derbaskin û wê jî bend di vê derbarê de danîn wek welatên din yên bakur li dirêjiya riya penaberan.

Tzitzikostas îro şemiyê banga Yekîtiya Ewropa kir da kiryarên rijdî bicih bike li dijî welatên ku sînorên xwe digrin çi endamên Yekîtiya Eropî û çi jî welatên Kandîdên endamtiya Ewropa.

XS
SM
MD
LG