Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta Sûriyê û Alîkariyên Mirovahî li Wir


Bernama xwarina cîhanî ya Neteweyên Yêkbûy bi firokên RÛsî alÎkariyên mirovahî avêtin deverên dorpêçkirî ji aliyê radîkalên Dewleta Îslamî ve li bajarê Homsê yê ku ne kes lê maye û nejî av û Êliktrîk.

Runiştvan niha dizîvirin malên xwe yên şewitî û cihê gulebarana li dîwarên wan diyar.

Doh înî, serokê Firensa Francois Hollande got hindek gurûp ne ligel agirbestê ne.

Francois Hollande herwisa got:

“Tenha çalakiya leşkerî ya dihête qebûlkirin ewe ya armanca wê dewleta Îslamî û El-Nusra be. Hemî çalakiyên din jî agirbestê dişikînin û bihaneyeke ku agirbestê bi kar neînin.”

Grûpên alîkarên mirovahî li Washingtonê dibêjin, bersing girtina neyaran divêt hêş xurtir bihête kirin.

Neal Kenny-Guyer, serokê MERCY CORPS dibêje:

“Ji roja duşembê ve şer li nav û derdora Helebê heye û riya sereke hatiye girtin. Herwisa pevçûn 15km ji sînorê Tûrkiyê ve dûr hene.”

Ji bo guhdarîkitrina li dirêjiya raportê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG