Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa bi Paşguhxistina Mafên Mirov li Tirkîyê Tê Tawankirin


Rêberê partîya alîgira Kurdan (HDP), Yekîtîya Ewrupa bi paşguhxistina têkçûna rewşa mafên mirov li Tirkîyê tawan dike, jibo parastina rêkeftina koçberan ligel Enqerê.

Selahattîn Demîrtaş dibêje Yekîtîya Ewrupî di hewildana hevrêzîyê de li gel serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rawestana pêla koçberan ku ji Tirkîyê derbasî Yûnanistanê dibin û ber bi Ewrupa ve diçin, ew têk diçe di pêgirîya xwe de bo berevanîya mafê mirov.

Di demekê de ku Tirkîyê hewil dide tevlî Yekîtîya Ewrupî be, divê Ewrupa di rûyê Tirkîyê de raweste li dor rewşa mafên mirovan, li gor Demîrtaş, lê niha wan pêwîstî bi Erdoghan heye, loma ew naxwazin wî bixeydînin.

Demîrtaş dibêje di van mehên dawî de wî serdana Ewrupa hemî kir û ev yek ji diplomat û serkirdeyên sîyasî bihîst.

Wî red kir kesekî binav bike û got gotinên wiha di kombûnên girtî de bûn.

Axaftinên Demîrtaş tên di demekê de ku hêzên ewlekarîya Tirkîyê helmeteke mezin dibin ser gruba serhildêr ya Kurd (PKK) li bajar û bajarokên ku piranîya wan Kurd in.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjîya raportê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG