Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Cengiz Yazgi Stran û Mûzîka Kurdî li Kolanên Stenbolê Pêşkêş Dike


Cengiz Yazgı di sala 1987'an de li bajarê Sêrtê, navçeya Ziyaretê li herîma Kurdî li Tirkiye hat dinyayê.

Di sala 1999'an de ji ber rewşa siyasî û aborî bi malbata xwe re koçî Istenbûlê kirin.

Li Istanbûlê mûzîk û amurên mûzîkê bala Cengiz kişandin û xwest ku ew fêrî wan bibe.

Cengiz Yazgı
Cengiz Yazgı

Amûra Gîtarê ya ku herî bala wî kişand û bi serê xwe ew fêrî wê bû.

Piştî demekê nêzîk li gel hînbûn û fêrbûna gîtarê, êdî li kolan û sûkên Istanbûlê muzîka xwe bikaranî û stran gotin.

Gelek salan li Istanbûlê û bajarên Kurdî, di kolan û sûkên wan de mûzîk û starn gotiye.

Herwiha li Istanbûlê bi awayêkî profisyonal derket ser dikê û mûzîka xwe da naskirin bi cemaweran.

Ew bawer dike ku mûzîk ji her kesî re ye û her kes dikare lê guhdar bike, ya din jî ku nasnameya xwe pê dide nasîn wekû Kurd li nav bajarên tirkî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:54 0:00

XS
SM
MD
LG