Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry Dibêje Axaftinên Aştiyê li dor Sûriyê Pêwîste Pêşve Biçin


John Kerry
John Kerry

Mezinê dîplomatên Amerîka dibêje axaftinên aştiyê li dor Sûriyê ku bi piştgiriya Neteweyên Yekgirtî dibin pêwîste pêşve biçin wek ku hatiye pilankirin li gel zêdegaviyên ku hikûmeta Sûrî kirî di agirbestê de.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry got çavdêrên Rûsî û Amerîkî îro şemiyê kom dibin li Cinêv û Emmanê da ku hewil bidin tundutijiyê kêm bikin li Sûriyê.

Kerry li Erebistana Siudî got:

“Asta tundutijiyê bi rêjeya 80 ta 90 ji sedî kêmbûye, evjî pir û pir girînge."

Hêjayî gotinê ye gurûpa sereke ya opozisyonê erê kiriye li dor beşdarbûna di kombûnên Cinêv de.

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje agirbestê asta tundûtijiyê kêm kirinye lê huşdarî da li dor berdewamiya rêjîmê di êrîşan de.

Berpirsên Neteweyên Yekgirtî dibêjin rêkeftina rawestana kiryarên dijminahî, rê vekir li pêş Neteweyên Yekgirtî û Acansên hevkarên wê ji bo derbaskirina xwarin, derman û alîkariyên din bo 115 hezar sivîl li navçeyên dorpêçkirî.

XS
SM
MD
LG