Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Frensî 14 Xwepêşanderên Dijî Koçberan Digrin


Polîsê Frensî 14 kes girtin ku li dijî hebûna koçberan li kampa Kalê xwepêşandan li darxistin piştî ku wan rê girtin û agir bi tayeran xistin, û banga wê yekêî kirin ku biyanî vegerin welatên xwe.

Xwepêşanderên ku xwe wek nifşê nasnameyê didin nasîn îroj şemiyê li hev kombûn û durişmên wek “Biçin welatê xwe” û “Rê Nîne” hildan.

Çapemeniyê li ser zimanê xwepêşanderan ragihand ku wan rê girtin li ser pira ku riya koçberan e ber bi bajarê Kalê de.

Kalê bûye xala dawî ya koçberan ku karibin Kenala Inglizî derbas kin ber bio Birêtanya ve.

Bi hezaran xelk kombûne li kampa penaberan ku boi navê “The Jungle” ango daristan tê nasîn ji ber dijwariya jiyanê lê. Her wiha hin kampên din yên biçûktir hene li dirêjiya sînorê bakur ê Frensa.

Doh înê hêzên ewlekariyê li Kalê 5 kes girtin ku cilên polîs li xwe kiribûn û bi gumnabû êrîşî koçberan kin.

XS
SM
MD
LG