Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Qaîda Dest Biser Bingeh û Çekê Leşkerê Azad Digre


Serhlidayên Sûrî yên xudan piştevaniya Amerîka dibêje, di êrîşeka çekdarên el-Qaîda biser bingeheka serhlidayên Sûrî li bajêrê Îdlib ya bakora Sûrîyê dest biser bingeh û çekan da digre.

Hêza 13 ya leşkere azad yê Sûrîyê liser Twitter da zanin, çekdarên Cebhet el-Nusre yên alîgirên el-Qaîda bingehê leşkere kontrol kirin û çekê têda talan kirin.

Rêkxistîya mafên mirovan ya Sûrî ragehand, Cebhet el-Nusra Tank û moşekên dijî Tanka û çeken bidest xistin. Hikumeta Amerîka çeke û dirav û rahênan bo hêza 13 ya leşkere azad berdest kirye.

Leşkere azad dibêje, 40 şervanên wan ji hêza 13 hatîne girtin.

XS
SM
MD
LG