Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fişar li Amerîka Dibe li dor Biryara Cînosayd ji Aliyê Daiş ve


Fişar li rêveberiya Obama geştir dibe ku bi fermî kiryarên Daiş li dijî Mesîhî, Yezîdî û pêkhateyên netewî û ayînî yên din li rojhilata navîn, wek Cînosayid binav bike.

Wezareta derve ya Amerîka roja pênşemê rastî dema dawiyê tê ku sala borî hatibû nîşandan li dor piroje biyareke bi serkirdayetiya komariyan a girêdayî tundûtijiya li Sûriyê, Îraqê û Lîbya û dê düsemê dakeve dengdanê.

Tê gotin ku wezîrê derve John Kerry dê bêhtir ber bi erêkirina biryarê ve biçe, li gor Associated Press lê diyare dê roja pênşemê derbas ke ji ber ku ew hîn li benda encamên pêdaçûneke yasayî ye.

Pênasîneke wiha ku Amerîka berê carekê doza wê kir di şerê berdewam de, bandorên yasayî û siyasî yê ne zelal hene.

Kerry soza biryareke nêzîk dide li dor bûyîna Cînosaydê ji aliyê Daiş ve.

Tê zanîn ku peymana Neteweyên Yekgirtî ya sala 1948 li dor Cînosaydê dibêje welatên Îmzekirî, di nav de jî Amerîka, pêwîste soza nehêştin û cezakirina her kiryarekê bidin ku armanc jê ewe qirkirina kom an jî parekê ji gurûpeke netewî, nijadî û ayînî.

XS
SM
MD
LG