Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Çekan ji Pêşmerge re Dişîne


Rûsya Çekan ji Pêşmerge re Dişîne

Rikar Hussein û Fatima Tlisova

Li gorî jêderên Rûs û Kurd, hikûmeta Rûsyayê çek jibo Kurdên Îraqê şandiye da ku Pêşmerge şerê xwe li dijî çekdarên DAIŞ berdewam bikin.

Artem Grigoryan, karbidestê konsulxaneya Rûsya li Hewlêrê ji ajansa RIA Novotsi re got ku çekên Rûsyayê roja Duşemê gihiştin herêma Kurdistana Îraqê. Wî got, 5 tankên dijî balefiran û 20 hezar rextên wan gihiştine Kurdan.

Gihiştina çekan hat, rojekê piştî ku balyozê Rûsya li Bexdayê Ilya Morgunov ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bû û bi hev re behsa peywendiyên di navbera herdu aliyan de kirin, di nav de jî piştgiriya leşkerî bo Pêşmerge.

Di daxuyaniyekê de, serokatiya herêma Kurdistanê got, “balyozê Rûs piştgiriya welatê xwe jibo herêma Kurdistanê tekez kir û viyana Rûsya jibo pêşkêşkirina alîkariya leşkerî bo Pêşmerge di şerê terorê de nîşan da.”

Hikûmeta Bexdayê nerazîbûna xwe ji şandina çekan bi awayekî rasterast bo Kurdan nîşan daye. Karbidestên Îraqê dibêjin, divê ew alîkariya leşkerî bi riya Bexdayê were pêşkêşkirin bo Kurdan.

Nûnerê herêma Kurdistanê li Rûsya ji Dengê Amerîka re got ku şandina çekên Rûsyayê bo Pêşmergeyan ji aliê Bexdayê ve hate erêkirin.

Birêz Aso Cengî Burhan ji Dengê Amerîka re got, “çek bi balefireke Rûs hate gihandin bo Hewlêrê û Bexda ji vê proseyê agahdar bû.”

Li gorî karbidestên Kurd, ev ne cara yekê ye ku Kurd çekan ji Rûsyayê werdigirin.

“Wekî hemû endamên koalisyona dijî DAIŞê, Federasyona Rûsyayê alîkariya leşkerî pêşkêşî me dike. Berê sê caran çek pêşkêşî me kiriye,” Cebar Yawer, emîndarê giştî yê Wezareta Pêşemerge li Kurdistana Îraqê ji Dengê Amerîka re da xuyakirin.

Şirovekar dibêjin, nakokiyên li Sûriye û Îraqê û derketina DAIŞ li herêmê, rê dane Rûsya ku hebûna wê li Rojhilata Navîn bihêztir bibe.

“Rûsya peywendiyên nêzîk bi Kurdên Sûriyê re durist kiriye, ji dema maytêkirina wê ya li Êlûna 2015,” Brian Glyn William, profesroê dîroka Îslamî li Zanîngeha Massachusetts li Amerîka ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG