Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Reza Zarrab û Nirxandina Îdrîs Baluken


Reza Zarrab
Reza Zarrab

19ê meha Adarê li Miami ya Amerika yê karsazê Îranî bi navê Reza Zarrab ji hêla FBI hate desteserkirin û bi biryara dozger Preet Bharara hate girtin.

Reza Zarrab li ser sûcdarîya wekî xapandina Amerikayê, bi rêya banqeyan sextekarî û pereyên bi rîya derqanûnî hate girtin. Herwiha Girtina Zarrab jibo hikûmeta Tirkîyê wekî darbeyeke derket holê.

Zarrab di hemen demê hemwelatîyê Tirkîyê ye û bi operasyona bertîl ya 17 ê Qanûna 2013yan de tê zanîn. Di 17ê Qanûna 2013yan de Zarrab û tevî ku navê du wezîrên AKP’ê tê de derbas dibe hatibûn girtin û Zarrab di vê girtinê de 70 roj di girtîgehê de mabû.

Berdevkê AKP’ê Omer Çelik li ser pirsa rojnamevakî li ser girtina zerrab axifî û wiha got:

"Bi îbret ez temaşe dikim ku li ABD ê li ser sixurandinê tê xwestin ku sîyaseta Tirkîyê bê dizayn kirin û herwiha dixwazin ku li ser serokwezîrê me û hin hevalên me yê wezîr hembertî bê afirandin."

Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ÎdrÎs Baluken li ser girtina Reza Zarrab ji Dengê Amerika re axifî. Baluken anî ziman ku girtina Reza Zarrab dê sîyaseta Tirkîyê biguherîne û dê bandorên ne baş li ser partîya AKPê çêke

Baluken balê kişan ser operasyona 17ê qanûna 2013yan û wiha got: AKP di 17ê Qanûna 2013an de bi sûçên wekî dizî, bi rêya banqeyan sextekarî û pereyên bi rîya derqanûnî ve tekildar bû ji ber vê yekî girtina Reza Zarrab jibo hikûmeta Tirkîyê derbeke mezin e û dê sîyaseta Tirkîyê biguherîne

Hêjayê nirxandinê ye ku girtina Reza Zarrab li Turkîyê nişan da ku ji hêla hiqûqê ve hin valahî hene û ev bi xwe re pirsa damezirandina wezîrên AKP ê derxist holê.

ZY_3_26_2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG