Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazekî Tirk ji Aliyê Daiş ve Tê Kuştin Li Îraqê


Leşkerên Tirkiyê dibêjin serbazekî wan hate kuştin li Bakurê Îraqê bi rokêtekê ku ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ve hat avêtin.

Serbazekî din jî birîndarbû di rûdanê de.

Daxyaniyeke leşkerî got rokêt îro şemiyê hatibûn avêtin ji aliyê Daiş ve di dema şerekî di navbera wan û hêzên Pêşmergeyên herêma Kurdistana Îraqê de û rokêtek li bingehekê ket li herêma Başîqa ku hin serbazên Tirkiyê li wir dimînin.

Leşkeran got serbazên Tirkiyê bersiva êrîşê dan û li armancên Daiş xistin.

Wan got termê serbazê Tirkiyê û her wiha serbazê birîndar hatin veguhestin bo Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG