Zêdetirî mehekê ye, gundê Başemrê yê girêdayî navçeya şêrewa li Efrînê bi topan û guleyan tê armanc kirin.
Li gor fermandarîya YPGê, tevî agirbest hatî ragihandin û YPGê pê papend e, Cebhet el-Nusra û alîgirên wê hertim hewil didin vê agirbestê bişkînin.
"Ketîbên Feyleq el-Şam, Siqûr el-Cebel, Nuredîn el-Zenkî, Ehrar el-Şam û hin ketîbên din yên alîgerên Nusra êrîşî herêmê dikin, û ev bû sê roj in êrîşên xwe zêdekirine."
Fermandarîya YPGê bi berdewamî dibêje, ger êrîş berdewam bin, ewê bersîva wan bidin.
"Tevî ku em bi agirbestê pabend in, divê Amerîka û Rûsya destewerdanê bikin ku ev agirbesta hatiye ragihandin, neyê şikandin."
Jibo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke