Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Qaide û Çekdarên din Gundelkî li Helebê Dorpêç Dikin


Çalakvan dibêjin şaxê el-Qaîde li Sûriyê û hin gurûpên din hin navçe yên di bin deste hêzên hikûmetê de li başûrê Helebê dorpêçkirin di şerekî de ku renge ziyanê bigihîne agirbesta ku bû meheke birêve diçe.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje Cebhet el-Nusra ya girêdayî bi el-Qaîde ve û hin gurûpên cîhadî yên din li gel hinên nermerê, îro şemiyê gundê Til el-Eys kontrol kirin.

Gund li ser riya sereke ye, di navbera Helebê û Dîmeşqa paytext de.

Cebhet el-Nusra êrîşa xwe li ser medya civaklî ragihand û hin vîdyo belavkirin diyar dikin bombebarana hin cihan ku li gor wan yên hikûmetê ne.

Acansa dewletê ya nûçeyan lê mukur hat ku pevçûnên dijwar li darin.

Tê zanîn ku cebhet el-Nusra û Daiş ew li derveyî çarçoweya agirbestê ne.

Li alîkî din, berpirs dibêjin leşkerên Sûriyê goreke bikom li bajarê Tedmur dîtin ku li gor wan bi kêmanî 40 term tê de bûn, di nav de jî jin û her wiha sê zarok hebûn.

Hin ji wan hatibûn serjêkirin

XS
SM
MD
LG