Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UN: Di Meha Adarê de bi Kêmanî 1,119 Îraqî Hatin Kuştin


Neteweyên Yekgirtî dibêje bi kêmanî 1,119 îraqî hatin kuştin di encama tundûtijiyê di meha Adarê de, ku jimareke bilind e li gor meha berî wê. Di demekê de ku Daiş êrîşên xwe bêhtir kirin li dijî xelkê sivîl tevî ku ew rastî têkçûnan bûn di şer de.

Her wiha 1,561 yên din jî birîndar bûn di meha borî de, li gor daxuyaniyeke erka Neteweyên Yekgirtî ku doh înê hat belavkirin. Di nav van jimaran de 575 kuştî û 1,196 birîndar sivîl bûn.

Yên dinjî hêzên ewlekariya Îraqê bûn ku di nav wan de hêzên Pêşmerge hebûn û her wiha milîtanên alîgirên hikûmetê.

Bexda cihê herî bêhtir ku rastî êrîşan hatibû, 259 sivîl lê hatin kuştin û 770 kesên din birîndar bûn, piştî Bexdayê parêzgeha Nînewa tê ku hema bi tevahî di bin destê Daiş de ye, li wir jî 133 kes hatin kuştin û 89 birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye di meha Şubatê de 670 îraqî hatin kuştin û 1,290 kesên dinjî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG