Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Amerîkî Serkirdeyekî el-Şebab li Somal Dikuje


Di êrîşeke firokeke Amerîkî ya bêfirokvan de li Somal serkirdeyekî çekdarên gurûpa el-Şebab hate kuştin. Li gor berpirsekî Amerîkî ku zanyariyên wî hene li dor operasyonê.

Berpirsên Somalî gotin kuştiyê êrîşa Amerîka ku navê wî Hessan Elî Dor e wî serkirdayetiya tîmeka kujerên el-Şeban dikir, ew sala borî di serê wan kesên ku dihatin xwestin de ji aliyê hikûmeta Somalî ve di nav lîsteyeke ji 12 kesan ku hemî endamên el-Şebab in û destê wan di êrîşên terorî de hene li Megadîşo ya paytext.

Li wezareta berevaniya Amerîka peyvdarê wezaretê Peter Kûk erê kir ku ev êrîş bi hevkariya li gel hêzên Somalî pêkhat.

Wî got, Dor pilan û serkirdayetiya êrîşên berê kirin ku di encama wan de bi kêmanî sê hemwelatiyên Amerîkî jiyana xwe ji dest dan, û wî pilan dikir ku êrîşên bêhtir dijî Amerîkiyan pêkbîne li Somalê.

XS
SM
MD
LG