Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Girtina 12 rojan Geştên Esmanî yên Broksilê Dê Destpêbikin


Serokê cîbicîkar yê balafirgeha Broksilê Arnaud Feist îro şemiyê got dê geştên esmanî li balafirgeha Broksilê bi awakî sembolîk sibe yekşemê dest bi karê xwe bikin piştî girtina 12 rojan li dû êrîşa terorîst.

Wî got hêlên esmanî yên Broksil bo Asîna, yên Torîn li Îtalya û Faro li Portugal, dê geştên yekem bin ku dê demjimêr 2 piştî nîvro bi awakî sembolik bifirin.

Roja duşemê balafirgeha herî mezin a Belçîka dê dest bikar bike bi şiyana 20 ji sedî û ew dê karibe 800 sernişîn di demjimêrekê de vehewîne.

Tê zanîn ku balafirgeh hatibû girtin ji dema teqîna xwekujî ve li ser balafirgehê û her wiha îstgeheke trênê ku di encamê de 32 kesan jiyana xwe jidest dan û 270 kesên din birîndar bûn di 22 meha Adarê de.

Di axaftina xwe ya li prêskonferanseka hevbeş Feist got: ”Ev gav nîşaneke girîng e û viyaneke hevbeş diyar dike li beramber rojên herî tarî di dîroka geştên esmanî yên Belçîka de. “

XS
SM
MD
LG