Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilşad Çawîş Li Ser Destpêşxeriya Ciwanên Rojava yê Kurdistanê Diaxive


Destpêşxeriya Ciwanên Rojava yê Kurdistanê ji bo yekrêziya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, herwiha avakirina hêzeke leşkerî hevbeş e, ku karibe nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê bike .

Di şopandina çalakî û xebatên vê destpêşxeriyê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Dilşad Mihemed Çawîş re kir, ku ew yek ji rêwberê vê destpêşxeriyê ye û di nav çalakiyan de ye.

Birêz Çawîş got ku, hemû aliyên siyasî bi vê destpêşxeriyê re ne, û alîkariya xwe didin pêş, herwiha jî bi hezaran xort û keçên kurdan beşdarî vê destpêşxeriyê bûn e û piştgiriya wê dikin.

Li ser alozî û astengiyên li pêşiya wan, birêz Çawîş dibêj: "Ta nuha tu astengî nehatiye pêşiya wan û xwesriya Demokrat jî soz da ye bo alîkariyê."

Gêncên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dengê xwe digerin, û dixwazin ku yekrêziyeke siyasî bê damezrandin, ji ber wê jî ew hêviyê xwe bi vî awayî tênin ziman.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00

XS
SM
MD
LG