Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endazyara Bînasaziya Iraqî- Birîtanî Zaha Hadid Koça Dawî Kir


Endazyara Bînasaziya Iraqî- Birîtanî ya navdar Zaha Hadid, di temenê 65 salî de li nexwşxaneyekê li Miami ya Amerîkî koça dawî kir.

Hadid, yek ji kesayetên navdar e di cîhana bînasaziyê de, bi dîzaynên xwe yên balkêş û berhmedan, ku bi dehan ji navend û cihên gelekî taybet ji dîzaynên wê ne, mîna : Mûzexana MAXXI li Roma, Navenda Olympics ya sala 2012an li London û Navenda Heydar Aliyev li Baku, Azerbaijanê, li kêleka hin piroje û avahiyên navdar di cîhanê de.

Zaha Hadid li Bexdayê di sala 1950î de ji dayik bûye.

Xwendina Endazyariya Bînasaziyê li London, di sala 1977an de qedand.

Di sala 2004an de, Hadid wekû yekem jin xelata Pritzker ya Endazyariya Bînasaziyê wergirt, ku ew xelata herî mezin e di cîhanê de.

Herwiha jî xelata rêzlînana Şahbanû ya Birîtaniya Elizabeth di 2012an de wergirt, di sala 2016an de Medaliya zêrîn ya Enstituya Qiraliya Birîtaniya ya Endazyariya Bînasaziyê wergirt.

Hadid mîratekî zengîn li paş xwe hişt û şêweyekî nû di cîhana bînasaziyê de afirand.

XS
SM
MD
LG