Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Nebî: Xwepêşandana Qamişlo Piştgirî Ji Nisêbînê Re Ye


Bajar û herêmên Kurdan, li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê ev zêdetirî 3 mehane di rewşeke ewlekariya zor de derbas dibin û bitaybetî Nisêbîn ya li ser Sînorê Sûriye ye.

Civata Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di doh Şemiyê de, xwepêşandanek saz kirin bo piştigiriya Nisêbînê, di derbarî wê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar Ciwan Nebî re kir, ku tê de got, ev xwepêşandan da ku dengê xwe bighînin cîhanê û gelê kurd ku Nisêbîn ne bi tenê ye.

Herwiha jî Nebî dibêje: Em ê xwepêşandan berdewam bikin, li dijî kiryarên dewleta Tirk li dijî gelê me li Bakûrê Kurdistanê.

Hêjaye gotinê ye, ku di îro Yekşemê de li Qamişlo Rojnamevan jî derketin Xwepêşandanan bo Nisêbînê.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke

Hevpeyvîna Ciwan Nebî-4-3-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG