Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girên Derdora Gundê Celemê li Sûriyê Tên Topbaran Kirin


Gundê Celemê

Ev bû du roj in bi awayekî demkî top li derdora gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê dikevin, lê doh demjimêr neh êvarî du cereyên Gazê li nêzî gund ketin, dengê xwe li seranserî navçeyê hat bihîstin.

Li gorî jêderên nêzî Yekîneyên Parastina Gel YPGê, Cebhet el-Nusra yên ku li gundê Selwa yê girêdayî parêzgeha Idlibê bicîhdibin, hawildidin gund vala bikin.

Tê zanîn gundê Celemê her weha gundê Dêwan yên girêdayî navçeya Cindirêsê li Efrînê hertim rastî topbarandinê tên.

Hêjayî gotinê ye pêvçûnên demkî niha navbera YPGê li nêzî gund û Cebhet el-Nusra li gundê Selwa yê girêdayî parêzgeha Idlibê derdikevin, her weha dengê topbarandinê tê bihîstin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG