Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adil Xelef: Huner Naveroka Jiyanê Serrû Dike


Adil Xelef di sala1979an de li bajarê Dêrikê-Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye.

Di destpêka xwe de, guhdan bi xweş-nivîsênê (Xetatî) kir.

Adil piştî xwendina Bakaloriya, berê xwe da bajarê Şamê bo xwendina hunera ciwan li Zanîngeha Dimşqê- beşê hunera ciwan, herwiha jî wî şêwekarî li navenda Adhem Ismail xwend.

Di sala 2006an de, Adil berê xwe da welatê Qeter û li wir dest bi karê dîzaynê kir.

Di sala 2014an de, Adil hate welatê Amerîka- wilayeta New Jersey û li wir bicî bûye.

Şêweya berhemên Adil bi rengekî derbirînî tê naskirin, ku ew li ser dibêje: "Karê min ji komîdiya reş tê, ku çawa ken û girî bi hev re, di riwê mirovan de diyar dib in."

Adil dibêje, min ev bîroke ji nivîskarê Tirk Ezîz Nêsn ve wergirtiye, ku çawa dirbrîniya êş û xeman bi rengekî kenok tên berhemdan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:53 0:00

XS
SM
MD
LG