Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piraniya 300 karkerên ku Daiş ew li Sûriyê Revandî Hatin Azadkirin


Damascus, Syria

Girûpeke çavdêriyê ya opozisyonê û acanseke nûçeyan a girêdayî bi Daiş ve dibêjin bi dehan karkerên kargeha çemento ku vê hefteyê Daiş ew li nêzîkî Dîmeşqa paytext revandibûn, hatin azadkirin.

Raporên îro şemiyê hatin belavkirin piştî du rojan ji revandina 300 karker li cihê karê wan li navçeya Dumêr li bakurê rojhilata Dîmeşqa paytext.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got hemî kesên revandî hatin berdan ji bilî 30 kesên ku nobedarên kargehê bûn.

Acansa nûşeyan Aamaq a girêdayî bi Daiş ve got piraniya karkeran hatin berdan piştî ku vekolîn bi wan re hatin kirin da binerin ka ew hemî misilmanin an hin piştgirên hikûmetê di nav wan de hene.

Wê got çar karkerên Durzî hatin kuştin û 20 çekdarên alîgirên hikûmetên hîn girtî ne.

XS
SM
MD
LG