Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Afganistanê ye ji bo Piştgiriya Hikûmeta Yekbûyî ya Kabol


Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di çarçoweya serdaneke ku berê nehatibû ragihandin de li Afganistanê ye, wek piştgiriya berdewam a Amerîka ji bo hikûmeta yekgirtî ya kabol.

Serdana Kerry ya Afganistanê hat piştî rojekê ji serdana wî ya Bexdayê ji bo kombûna li gel serkirdeyê hikûmeta Îraqî û dupatkirina li ser piştgiriya Amerîka ya bihêz ji bo wan.

Hêjayî gotinê ye, Serdana mezinê dîplomatên Amerîka ya berê ew di tebaxa sala 2014an de bû.

Niwênerê taybet yê Amarîka bo Afganistan û Pakistanê, Richard Olson, nîşan bi wê yekê da ku Amarîa dimîne pêgir bi piştgiriya hikûmeta yekgirtî ya Kabol ku bû 18 mehin hatiye duristkirin û dê 5 salan bimîne.

Tê zanîn ku Amerîka alîkar bû di duristkirina hikûmeta yekgirtî de, ku tê de desthilat hat dabeşkirin di navbera serok Eşref Ganî û serokê cîbecîkar Ebdela Ebdela de. Rêkeftina wan hat piştî nanokiyên li dor encamên hilbijartinan du salan berê.

XS
SM
MD
LG