Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Çekdarên el-Qaîde 15 Serbazan Dikujin


Çekdarên el-Qaîde li bakurê Yemenê bi kêmanî 15 serbazên Yemenî kuştin piştî rawesta karwanê wan li parêzgeha Abyen.

Raportên xwecihî dibêjin çekdarên el-Qaîde li bajarokê Ahwar rê li serbazên ku di erebeyên sivîl de bûn girtin. Çekdaran ji serbazan xwestin ji erebeyan dakevin û ew gullebaran kirin.

Berpirsên xwecihî ji acansa nûşeyan Reuters re gotin 17 serbazên din jî birîndarbûn, lê bawere ew zindî ne, li gel ku rewşa wan hîn ne diyare.

Li aliyekî din rêxistina Human Rights Watch roja pêncşemê di raportekê de ragihand ku bumbeyên hatî bikaranîn ji aliyên koalisyona biserkirdayetiya Erebistana Siûdî, di bumbebarana bazareke Yemenî de ew ji aliyê Amerîka ve hatibûn dabînkirin.

Hat ragihandin ku bi kêmanî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan di êrîşa esmanî ya 15ê meha Adarê de.

Di nav kuştiyan de 25 zarok hebûn li gor rêxistinê, û 47 kes birîdarbûn di êrîşa herî mirdar de li dirêjiya salekê li Yemen.

XS
SM
MD
LG