Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşniyara AKP Ku Pêk Bê Parlementer Dê Bên Darizandin


AKP ji bo destnedayina wekilan, dose amade kir û pêşkêşî meclisê kir. Bi imzeya 316 parlementerên AKP ê li meclisê.

AKP Guherîna zagona bingehîn a ku ji bo mafê destnedayînên parlementeran dosya şanda meclîsê. Pêşnîyara ku AKP kiriye li ser xaleke demborî a ku bikeve nav makezagonê pêk tê.

Li gorî vê di derheqê parlementer, Serokwezîrtî, Serokê Meclîsê û Komîsyonên din de yên ku fezlekeyên wan hene wê destnedayînên wan were rakirin. Piştî ku qanûn pêk bê 15 roj paşê fezlek dê ji dadgehan re bê şandin û darizandina parlementeran dê dest pê bike.

Ev pêşnîyara partîya AKPê di serî de bi serokwezîr Ahmet Davutoglû û tevî 316 parlementerên AKP’ê re hate îmze kirin.

Herwiha piştî van agahiyan li Tirkiyê û di nava partiyan de hin giftûgo derketin holê.

Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku di bernameya CNN ê de axivî û got em ê ji pêşniyara AKP ê re bibejin erê “kiliçdaroglû ,pêşniyara AKP’ê li dijî makezagonê ye lê em dîsadibêjin heke em erê nekîn dê AKP vê rewşê dê îsîsmar bike."

Daxuyaniyên ku ji hêla partiya CHP‘ê ji bo destdayina parlementeran hatibû bikaranîn jî xeynî mafê destnedayina kursî hemû destnedayinên parlementeran divê bê rakirin bû û divê HDP jî erê bike.

Piştî axaftina Kiliçdaroglû ji nava partiya CHP ê gelek rexne hatin derketin, piraniya parlementerên CHP ê gotin ku em erênîyê nadin. Li ser vê yekê parlementerê CHP ê Sezgin Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê twitter ê wiha rexne kir:"em ê nehilên ku 2 yê Adara sala 1994 bê dubare kirin ku ew sal parlementerên Kurd ji meclise hatibûn avêtin."

HDP dibêje: "Daxwaza AKP ê ew e ku bi xaleke demborî a ku bikeve nav Mazkezagonê rêya darizandina parlementerên HDP ê veke."

HDPê li hember vê bertek nişan da û got pêşniyar “makezagona qesrê” ye bi vê guherînê AKP dixwaze pêşeroja civakê pûç bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG