Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qehreman Îsa: Rejîma Baas Êlên Erebî li Dijî Kurdan Bikar Tîne


Bajarê Qamişlo di nava şer û pevçûna de ye ji aliyê hêzên Kurdî û yên rejîma Sûrî û alîgirên wê ji êlên Erebî, ku bi dehan qurbanî û birîndar li paş xwe hiştine û hîna jî rewşa bajêr ne aram e.

Parêzer Qehreman Îsa di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re, rewşa bajêr zelal kir û hin zaneyarî dan li ser rewşa şer û pevçûnan di demên dawî de.

Birêz Îsa, endamê Encûmena Dadweriya Giştî ya Kantona Cizîrê got: rejîma Baas êlên Erebî li herêmê bi kar tîne û nakokiyan di nav pêkhatiyan de gûrr dike û bi taybetî li Cizîrê.

Herwiha jî birêz Îsa anî ziman ku, hêzên kurdî dora çarkoçeya elwlehiya rêcîmê dorpêçkirine û tara Tey ya ku hêza Berevaniya Niştumanî li wir bicî dibin yên bi ser rêcîmê ne.

Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke

Hevpeyvîna Qehreman Isa-LA-4-22
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00

XS
SM
MD
LG