Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê 25 Kes Tên Kuştin di Encama Êrîşên Hikûmetê de


Çalakvanên Sûrî dibêjin 25 kesan jiyana xwe ji dest dan ku piraniyta wan sivîl in di encama êrîşên esmanî yên hikûmetê de li navçeyên di bin destê serhildêran de li nêzîkî Dîmeşqa Paytext û li bajarê Helebê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje bumbebarana hikûmetê bo şûnên serhildêran li Ghûta ya gundewarê Dîmeşq, îro şemiyê bi kêmanî 13 kes kuştin, di nav de jî sê jin û du zarokan.

Navenda Medya Helebê ku çalakvan birêve dibin got êrîşên esmanî yên li ser bazaran û navçeyên sivîl li bajêr 12 kes kuştin ku di nav de zarok jî hebûn.

Wezareta navxweyî ya Sûrî ji aliyê xwe ve dibêje topên hawin yên serhildêran li du taxên Dîmeşq ketin bo yekem car ji dema destpêkirina agirbestê deregî meha Şubatê.

Acansa nûçeyan a dewletê SANA dibêje zarokek di encama tobebarana serhildêran de hate kuştin.

XS
SM
MD
LG