Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Talîban Berpirsiyariya Kuştina Parlemanterekî Sîx Radighîne


Talîbana Pakistina berpirsiyarî ragihand li dor kuştina parlemanterekî Sîx li bakurê rojavayê welêt.

Peyvdarê çekdaran Mihemed Xurasanî îro şemiyê got gurûpê Serdar Suran Sîngh kuşt û dê berdewam be di êrêşan de li dijî piştgirên ''Sîstema Şer'' ku wate hikûmet e. Ew ji cihekî ne diyar bi riya telefonê li gel ajansa Associated Press axivî.

Hêjayî gotinê ye, çekdaran roja înê êvarî Sîngh li ser riya mala wî kuştin.

Sîngh parlemanterê pêkhateya Sîx bû. Ew rawêjkarê serokwezîr bû ji bo karûbarên kêmkateyan li parêzgeha Xeyber Paxtunxuwa.

Tê zanî Talînbana Pakistan bi dehan êrêş, di dehsalên borî de, hikûmet ji xwe re kirin armanc.

XS
SM
MD
LG