Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Tawanbar li Swêd Tên Dadgehkirin


gottenburg-sweden
gottenburg-sweden

Serdozgeriya Swêd roja Înê da xuyakirin ku 5 kes bi tawana gullebarandinê di Xwaringehekê de tên dadgehkirin.

Tawana van kesan kuştin û bikaranîna şîdetê ye, dema 2 kes sala par 2015an roja 18î Adarê di xwaringeheke bajarê Gothenburg de bi serûçavên girtî gullebarnadîn ser kesên rûniştî di xwarngehê de, di encam de, 2 kes hatîn kuştin û 8 kes jî brindar bûn, dadgehê 2 kes weke kujer destnîşan kirin û 3 kesên din jî weke hevkarên bûyera kuştinê tawanbar dibîne.

Gotebêja dadgehê Ulrika Aberg da zanîn ku dadgehkirina van kesan yek ji dozên giran û berfirehe li bajarê Gothenburg li başûrê rojavayê welatê Swêd.

Di dadgehê de, tawanbar li tawana xwe mukir hatin û dadgeha wan dê 16 Gulanê bihê berdewamkirin, heta niha sedema zelal ya êrîşa tawanbaran nehatiye zanîn, lê têkiliya wan bi grupên kirmînalî re heye.

XS
SM
MD
LG