Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 2 Kes Hatin Girtin bi Gumana Êrîşkirina Can Dundar


Ajansa nûçeyan Anadol dibêje desthilatdarên Tirkiyê 2 kes girtin bi gumana girêdana wan bi êrîşa li ser rojnamevan Can Dundar li derveyî dadgehê.

Roja înê çekdarekî du gulle avêtin Can Dundar, sernivîserê rojnameya Cumhuriyet ya opozisyonê, berî ku bê girtin. Çi ziyan negihît Dundar.

Dundar rastî êrîşê bû çend demjimêran berî ku bê dadgehkirin bi bêhtirî 5 salan zîndan li dor raportên wî.

Ajans dibêje ew herdû kes îro şemiyê hatin girtin ji bo vekolînan.

Hêjayî gotinê ye ku Dundar hat tawankirin bi belavkirina razên dewletê di rojanameya Cumhuriyet de li dor şandina çekan bo serhildêrên Sûrî ji aliyê hikûmetê ve.

Hevkarê wî Erdem Gul, niwênerê rojnameyê li Anqera ew jî bi 5-sal zîndan hat cezakirin.

Ev doz bû cihê xemê li dor azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê.

Rojnamevan azad in heta ku proseya dadgehkirinê bi dawî tê.

XS
SM
MD
LG