Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misilmanek Dibe Parêzkarê Londonê


Endamê partiya Kar a Birêtanî Sadiq Xan tê hilbijartin wek parêzkarê Londonê bo yekem car ku misilmanek dibe parêzkarê yek ji paytextên mezin yê rojava piştî serkeftina wî li beramber rikberê xwe Zak Goldsmith di hemeteke dijwar de ji bo wergirtina postê.

Encamên hilbijartina doh înê hatin ragihandin ku Xan 57 ji sedî ji dengan wergirt li li beramber 43 ji sedî ji bo Goldsmith.

Bi vê serkeftinê, Xan dawiyê li kontrolkirina heyşt salan a parêzyaran tîne li bajarê Londonê.

Di axaftina xwe ya pejirandinê de Xan behsa serbora xwe kir li gel hikûmetê û got wî qet xewna wê yekê nedikir yekî wek wî bibe parêzkarê Londonê.

Parêzkarên bajarên mezin ji seranserî cîhanê pîrozbahiya Xan kirin li dor wergirtina post xwe ya nû.

Parêzkarê New York Bill de Blasio got ew “çavlirê ye ku li gel Xal kar bike.” Parêzkara Parîsê Anne Hidalgo ji aliyê xwe ve got “Xan dê ji aliyê Mirovahî û pêşveçûnê ve sûdê bigihîne xelkê Londonê.”

Serkeftina Xan hêviyek da partiya Kar piştî têkçûna di hilbijartinên herêmî û xwecihî de li seranserî Birêtanya roja pêncşemê.

XS
SM
MD
LG