Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xêrxwaziya Nehênî ya Dengbêjê Amerîkî Prêns


Piştî du hefteyan ji mirina wî, hin agahiyên nû derketin rojevê li dor xêrxwaziya nehênî ya dengbêjê Amerîkî Prêns (Prince).

Rêxistineke mirovahî ji denge Amerîka re ragihand ku Prêns bi awakî nehênî bi hezaran dolar dişandin Afghanistanê, ji bo alîkariya sêwîyan û xwedî pêdiviyên taybet, ta roja mirina wî.

Prêns alîkariya Rêxistina PARSA kir ji bo nûavakirina navendekê ji sêwiyên Afghanî re li Kabola paytext, li gor Marnie Gustavson, Birêvebira cîbecîkar yê PARSA ku Rêxistineke avakirina tenduristiya civaka Afghanî ye.

Wê got:

"Wî ji dilê xwe de dida. Ew parek bû ji jiyana wî û ne gote kesî. Herçendî pereyên wî dayî hindik bûn li gor programa me, lê wî ev yek kir ji ber ku tîmê min got dê ew guhertinekê bike."

PARSA dibêje armanca programa wan ewe piştgiriya zarokên Afghanistan û bidûrxistina wan ji bikaranînê ji aliyê gurûpên tundrew ve.

XS
SM
MD
LG