Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Efrînê Sala Xwendinê Bi Awakî Serkeftî Bidawî Anî


Ehmed Yûsif
Ehmed Yûsif

Di hevdîtineka taybet li gel Dengê Amerîka serokê zanîngeha Efrînê Dr.Ehmed Yûsif, karê salekê di hindir zanîngehê de dinirxîne û dibêje,

"Zanîngeha Efrînê weke piroje ji 2013 destpêkir, di sala 2015an de em ketin pratîkê û bi awayekî rastî dest bi kar û barê zanistî Kir, di hindirê sê fakulteyan(Andeziyarî- Aborî- Wêjeya kurdî."

Tiştê erênî ji bo zanîngehê, bi derfetên pir biçûk û di rewşeke pir tengav de destpêkir, ji ber wê yekê em weke gaveka pir serkeftî li ser astê Sûriyê de dibînin.

Serokê zaningehê herwisa got،

"Tevî ku danasînek navnetewî ji zanîngehê re heya niha tune ye, lê şagirtên zanîngehê bi moraleke bilind û şêweyekî baş bervî xwendinê tên, ji niha ve dixwezin di salên bê de, xwendina bilind li cem me hebe, me hawil da em bi zanîngehên li derve û bakur û başûr re têkefin têkliyan, her weha bi kesên pisopr re li rojava û derve, da ku bi mera têkevin xebatê".

Raport bi deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG