Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamîran Dilo: Destpêşxeriya Kurdî Ji Bo Piştgirtina Gelê Alman e Li Dijî Terorê


Teror û gefa wê li welatên Ewrupî metisînek mezin daye ser jiyana mirovan li wan welatan, civaka kurd li Almaniya destpêşxeriyeke li darxistiye bi navê (Helwesteke mirovantî, Na ji Terorê re) ku wê ji bajarê Kolin di 30 Tîrmehê dest pêbike, da ku li tenşta gelê almanî be li dijî terorê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rêvebirê destpêşxeriya ( Helwesteke mirovantî, Na ji Terorê re) Kamîran Dilo re kir, ku tê de got: Kurd li Kurdistanê şerê terorê dikin, divê em li her deverekê li dijî wê bin.

Herwiha jî birêz Dilo qenciya Almaniya li ser penaberan anî ziman û got ku: Em dêndarê Almaniya ne, ku alîkariya me kir û ew qencî nayê jibîrkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG