Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexoşxanên Duhokê Jibo Qurbaniyên Peqîna Qamîşlo Xwe Amade Dikin


Peqîna Qamîşlî 27î Tîrmehê 2016
Peqîna Qamîşlî 27î Tîrmehê 2016

Roja çarşemê peqînek bihêz li bajarê qamîşlo pêkhat, peqîn derdora seat 9:23 xulek serwextê herêmî li taxa rojava yê bajarê Qamîşlî pêkhat, li gur daxweyaniya desteya saxlemiyê li bajarê Qamîşlo heta niha 34 kuştî û zêdetirî 143ê birîndaran hene.

Hewildan hene qurbaniyên ku li jêr xirbeyan mane derbînin, tê texmînkirin ku, hejimara qurbaniyan zêdetir bibe.

Nuçegihanê pişka Kurdî yê Dengê Amerîka Zana Omer di êrîşê de birîndar bûye û mala wan rastî ziyanan hatiye.

Rêvebiriya saxlemiyê li bajarê Duhokê jibo dengê Amerîka da xuyakirin ku çendîn tîmên tendirustî bi hemû alav û pêdiviyan ve niha li deriyê Sêmalka liser Sînorê Herêmê û Rojava di amade ne, ewê pêşwaziya birîndaran bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Masud Barzanî di peyameke taybet de xembariya xwe jibo qurbaniyên peqîna Qamîşlo anî ziman û ji dayireyên saxlemiyê li Duhokê xwest di amadebaşiyê de bin jibo alîkarî û xizmeta qurbaniyên buyerê û welatiyan.

Peqîna Qamîşlo û Amadekariyên pêşwaziya Qurbaniyan li bajarê Duhok ê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00

XS
SM
MD
LG