Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olompiyadên Rio De Janeiro bi Coşeke Mezin Destpêdikin


Ahenga vebûna yarîyên Olympic li bajarê Rio yê Brazîlê hate lidarxistin bi amedebûna bi dehhezaran kes û straneka pop a hezkirinê bo Brazîlê hate derbirîn.

Ji bilî kesên Amade, bi milyaran kes doh înê li ser tilfizyonan şopandin ev çalakiya ku bêhtirî du sed tîm lê beşdar in, di nav de jî, bo cara yekem tîmeka penaberan ku ji 10 yarîzanan pêk tê.

Tîma penaberan ji welatên Sudan, Ethiopia, komara Kongo ya demuqrat û Sûriyê pêk hat.

Ew hemî hatin hilbijartin ji aliyê momîtên olompiyadê ên welatên ew penaber vehewandî Kenya, Loksomborg,Brazîl, Belçîka û Almanya.

Şeş mêr û çar jinên vê tîmê di yariyên xardan, judo û melevaniyê de beşdarin.

Serokê Amerîka Barack Obama di derbarê beşdarbûna vê tîmê de, doh înê li ser Twitter nivîsand û got,

"Îşev, bo cara herî yekem dê tîma penaberan ji cîhanê re dupat bike ku yek ji kîjan welatî be dikare serkeftinê qezenc ke."

XS
SM
MD
LG