Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriya Demuqrat Bajarê Minbijê bi Tevahî Dorpêç Dikin


Koalisyona şervanên Ereb û Kurd îro şemiyê bi tevahî Minbij dorpêç kirin ku bajarê Daiş ê stratijî ye li bakurê Sûriyê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje Hêzên Sûriya Demuqrat HSD a pêk tê ji şervanên Kurd û Ereb, niha li nav bajêr li bermayên Jîhadiyan digerin.

HSD, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên hêzên taybet ên Amerîka, du mehan berê dest bi helmeta rizgarkirina bajarê Minbijê kirin ku cihê Daiş herî dawiyê ye li ser sînorê Tirkiyê.

Çalakvanê Kurdê Sûrî Mistefa Balî îro şemiyê ji Associated Press re got," dê nêzîk şervan bi tevahî bajêr têxin bin kontrola xwe.

Eger HSD Minbijê kontrol bike , dê bibe mezintrîn têkçûna stratîjîk ji bo Daiş li Sûriyê ji tîrmeha sala borî ve, dema ku wan bajarokê Til Abyad ji dest dan.

XS
SM
MD
LG